Li Amerîkayê sê girtî di rojekî de hatin îdamkirin
Tebax 14, 2026 15:50 Asia/Tehran
Girtîgehên Amerîkayê di rojekî de hikmê îdamkirina sê girtiyan bi lêdana madeyên kujer cih anîn.
Ev sê îdam di halekî da cih hatine ku pêvajoya cihatina cezaya îdamê li Amerîkayê bi taybet di dema serokomartiya Donald Trump de zêde bûye. Di 11 eyaletên Amerîkayê di sala 2025`an de bi giştî 47 kes hatine îdamkirin ku hejmara herî zêde ji sala 2009`ê ve ye. Filorîda bi 19 îdaman hejmara herî zêde hebûye û piştî wê jî Alabama, Karolînaya başûr û Têgzas di rêzê de ne. Par jî 39 îdama bi lêdana madeyên kujer, sê bi gulle û pêng îdam jî bi gaza Nîtrojênê cih hatin; Şêwazek ku NY ewê dilreqane û nemirovî wesif kiriye.
Serepeyv