Pêla nû ya agirpêketinê li Îngilîsê hevgavê roja herî germ a salê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359604-pêla_nû_ya_agirpêketinê_li_Îngilîsê_hevgavê_roja_herî_germ_a_salê
Hevgavê germbûna hewayî ya bi qasî zêde ji 38 dereveyê û roja herî germ a salê li Îngilîsê, pêleke nû ji agirpêketinan navçeyên cûrbicûr ên vî welatî girtiye ber xwe.
(last modified 2026-08-14T14:19:06+00:00 )
Tebax 14, 2026 15:30 Asia/Tehran
  • Pêla nû ya agirpêketinê li Îngilîsê hevgavê roja herî germ a salê

Hevgavê germbûna hewayî ya bi qasî zêde ji 38 dereveyê û roja herî germ a salê li Îngilîsê, pêleke nû ji agirpêketinan navçeyên cûrbicûr ên vî welatî girtiye ber xwe.

Di Storbirîcê li rojavaya Îngilîsê agir pekiyaye navçeyên xelktêde û çend mal jî şewitîne. Bi dehan hêzên agirwemirandinê ji bo kontrola êgir hatine şandin û şîret li xelkê hatiye kirin ji bo ku dûkel wan aciz neke, derî û pencereyên xwe girêdin. Di Wêlzê de jî 7 agirpêketina li daristana, bi dehan hezar hiktar ji zewiyan û bi sedan dar şewitandine û bûne sedem ku hin cade û rêyên hesin bên girêdanê. Rayedarên îngilîsî hişkesalî, kêmbûna baranan û germaya zav sedemên pêkhatina agirpêketinê dizanin.