Mêrşaymêr: Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li navçeyê lawaz dibe
Teorîsyenê navdar ê peywendiyên navneteweyî û mamosteyê zanîngeha Şîkago dibêje, qaweta mûşekên balistîk ên Îranê di êrişa ser meqerên leşkerî yên Amerîkayê dikare yek ji hegerên sereke yên lawazbûna hebûna leşkerî ya Waşîngtonê li Rojavaya Asiyayê be.
Mêrşaymêr got: Mûşkên balistîk ên Îranê derbeyên cidî li meqerên Ameîkayê dane û hêzên Amerîkî li berteka van êrişan, ji hinek meqerên xwe li kendava Farsê hatine veguhestin bo Urdin, Erdên Dagirkirî û piştre Ewropayê.
Vî mamostê zanîngeha Şîkago her wiha got ku Amerîka heta piştî dawîbûna pevçûnan ji ber gefa mûşekên balistîk ên Îranê û dijberiya hin welatên navçeyê bi mazûvaniya hêzên amerîkî qet muhtemel nîne ku hebûna xwe ya leşkeyî ya berê li navçeyê vejîne. Mêrşaymêr pêştir jî şerê Amerîkayê li dijî Îranê işkesteke bi karesat wesif kiribû û gotibû ku Waşîngton negihîştiye armancên xwe yên ragihandî ji wan guherîna pergala siyasî ya Îranê, rawestandina zengînkirinê û bi sînorkirina hêza mûşekî ya Tehranê. Wî tekez kiriye ku qeyrana niha rêçareya leşkerî tine û Amerîka jibo derketina ji vê rewşê, hevcetî bi stratejiyeke siyasî heye.