Sênatorê amerîkî: Trump di şêrr de şikest xwer; Îran bihêztir bûye
Sênatorê amerîkî ji xwe mukur hat ku hikûmeta Trump di şerrê bi Îranê re şikest xweriye û got: Ev şerra bûye sedema lawaziya Amerîkayê û bihêztirbûna Îranê.
Kirîs Morfî li ser dûhatên şerrê dijî Îranê ji bo welatê xwe ji xwe mukur hat û ragihand ku wê piştgîriyê bide her lihevkirinekê ji bo bi dawîanîna vî şerrî, heta eger lihevkirineke xirab be jî. Morfî amajeyî jordaçûna çercên ji ber dewama şêrr û dûhatên wê ji bo Amerîkayê kir û got: Xelkê Amerîkayê ji ber vî şerrî aciz in û xercê vekirina dûbare ya Tengerêya Hurmizê jî rojbirojê zêde dibe. Vî sênatorê amerîkî herwiha got ku Donald Trump di vî şerrî de şikest xweriye û di encama wê de Amerîka lawaz bûye û Îran bihêztir bûye. Wî di dewamê de got: Tenê lihevkirineke ku nika li ber destan e, lihevkirineke xirab û bidehşet e.