NY nîgeraniya xwe ji êrişên li ser binesaziyên sivîl ên Îranê diyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359158-ny_nîgeraniya_xwe_ji_êrişên_li_ser_binesaziyên_sivîl_ên_Îranê_diyar_kir
Berdevkê NY’yê, hevdem li gel dewama êrişên destdirêjkerane yên Amerîkayê li ser Îranê, ragihand: “Antonîyo Gotereş, Sekreterê Giştî ji ber êrişên li ser binesaziyên sivîl ên li Îranê nîgeran e.”
(last modified 2026-07-22T14:48:44+00:00 )
Tîrmeh 22, 2026 18:12 Asia/Tehran
  • NY nîgeraniya xwe ji êrişên li ser binesaziyên sivîl ên Îranê diyar kir

Berdevkê NY’yê, hevdem li gel dewama êrişên destdirêjkerane yên Amerîkayê li ser Îranê, ragihand: “Antonîyo Gotereş, Sekreterê Giştî ji ber êrişên li ser binesaziyên sivîl ên li Îranê nîgeran e.”

‘Stefan Ducarîk’ got: “Sekreterê Giştî yê NY’yê bi taybet ji êrişên li ser binesaziyên sivîl ên Îranê, ji wan Hêzgeha navokî ya ku tê avakirin û kargeheke ava şîrîn, herwiha li seranserî navçeyê nîgeran e.” Berdevkê NY’yê tekez kir: “Sekreterê Giştî yê NY’yê careke din tekez dike ku ji bo pevçûnên niha tu rêçareyeke leşkerî tuneye û xwest ku hewildanên dîplomatîk ji bo bidestxistina lihevkirineke aşitiyane û mayînde, bên zêdekirin.” Berdevkê NY’yê zêde kir: “Binesaziyên bingehîn ên ku welatiyên sivîl ji bo jiyanê pêwîstî bi wan hene, ji wan nexweşxane û çavkaniyên avê, divê parastî bimînin.” Wî derheq rola Sekreterê Giştî yê NY’yê ji bo vegera aliyan bo dîplomasiyê got: “Em naxwazin şahidê vegera pevçûneke giştalî bin. Em şahidê zêdebûna dubare ya bihayê kelûpelan in.”

Ducarîk tekez kir: “Li ser milê Sekreterê Giştî û hemî aliyan e ku her tiştê ji destê wan tê bikin da ku rewşê ji bo vegera bo dîplomasiyê xweş bikin. Em herwiha gelekî sipasdarê rola navcîtiyê ya ku Pakistanê bi alîkariya aliyên din di vî warî da girtiye ser milê xwe, ne.”