Yedekên niftê yên Amerîkayê gihîştin asta herî nizm
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359006-yedekên_niftê_yên_amerîkayê_gihîştin_asta_herî_nizm
Li gorî amarên fermî yên herî nû yên hikûmeta Amerîkayê, asta yedekên stratejîk ên niftê yên vî welatî gihîştiye asta herî nizm di 43 salên raborî da.
(last modified 2026-07-16T15:42:20+00:00 )
Tîrmeh 16, 2026 18:03 Asia/Tehran
  • Yedekên niftê yên Amerîkayê gihîştin asta herî nizm

Li gorî amarên fermî yên herî nû yên hikûmeta Amerîkayê, asta yedekên stratejîk ên niftê yên vî welatî gihîştiye asta herî nizm di 43 salên raborî da.

Rêveberiya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê ragihand ku yedekên nifta xav ên stratejîk, di hefteya bidawîbûyî bi roja 10ê Tîrmehê da, bi kêmbûna 3 milyon bermîlan, gihîştiye 316 milyon û 500 hezar bermîlî. Lêkolerên enerjiyê dibêjin ku ev asta herî nizm a yedekên niftê yên Amerîkayê ji sala 1983an û bi vir va ye. Rapor herwiha nîşan didin ku ev kêmbûn di rewşekê da pêk hatiye ku Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê, hîn jî plana berdana awarte ya niftê ji yedekên xwe yên stratejîk didomîne; kiryara ku li pey qeyrana enerjiyê ya ji ber şerxwazîya li dijî Îranê dest pê bûye. Vê pêvajoyê, nîgeraniyên derheq kêmbûna yedekên stratejîk ên enerjiyê yên Amerîkayê zêde kiriye.