Dilgiraniya kûr a Pikenê ji şerxwaziya nû ya Trump li tengerêya Hormizê
Lîn Ciyan, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê dilgiraniya xwe ya kûr derbarê dorpêça deryayî ya Îranê ji aliyê Amerîkayê ve nîşan da û got: Vegerandina gemîvaniya asayî û ewleh li tengerêya Hormizê di demeke nêz de, daxwaziya hevbeş a civaka navneteweyî ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê her wiha tekez kir ku PIken ji vegera pevçûnên leşkerî bo navçeya Kendava Farsê pir dilgiran e û ji hemî aliyên têkildar xwest ku bala xwe bidin ser xwesteka cidî ya civaka cîhanî û welatên navçeyê jibo parastina aşitî û aramiyê û li ser hemdê xwe û maqûl bin û agirbesê biparêzin û nehêlin agirê şer cardinê gurr bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê got: Piken amade ye ku hewldanên xwe jibo kêmkirina nakokiyan û alîkariya jibo aramiya Rojhilata Navîn û navçeya Kendava Farsê berdewam bikin.