Can Kêrî: Îran bi awayekî bi bandor şerrê çendrehendî bi kar tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358678-can_kêrî_Îran_bi_awayekî_bi_bandor_şerrê_çendrehendî_bi_kar_tîne
Wezîrê karên berê yê Amerîkayê got: Îran bi rêya sekinîna li hember êrişên leşkerî, hesteke nû ya hêzê bi dest xistiye.
(last modified 2026-06-29T15:29:58+00:00 )
Hezîran 29, 2026 17:59 Asia/Tehran
  • Can Kêrî: Îran bi awayekî bi bandor şerrê çendrehendî bi kar tîne

Wezîrê karên berê yê Amerîkayê got: Îran bi rêya sekinîna li hember êrişên leşkerî, hesteke nû ya hêzê bi dest xistiye.

Can Kêrî destnîşan kir: Îranê şerrê çendrehendî fêm kiriye û bi awayekî bibandor sûdê jê werdigire.

Wezîrê karên berê yê Amerîkayê herwiha got: Netaniyahu pêkutî dikir û ji Obama dixwest tevlî bombebaran ser Îranê bibe lê serokomarê wê demê dijî vî yekî bû û ser vî bawerê bû ku eva şaşitiyeke pirr mezin e, eva di halekî da ye ku Trump kete nav vî şerrî.

Can Kêrî herwiha got ku anegorî îdiayên Koşka Sipî, hemû zimhêrên navokî di van çend mehan de ji nav çûbûn û êdî hewcetî li bombebarana dubare nebû, lê Ameîrkayê careke din bombebaran kir û em nika bûne şahidê daxuyaniyên nû yên li ser jinavbirina tam a bernameya navokî ya Îranê.