Bahoza zivistanê li Amerîkayê, hişyariya bahozê ji bo 41 milyon kesan
Hevdem li gel derbasbûna bahoza zivistanê ya bihêz bo peravên rojhilata Amerîkayê ji zêdetirî 41 milyon kesan li Amerîkayê, hişyariya bahozê hat dayîn.
Îşev li herêmên rojhilatê Amerîkayê bahoz dê bigihîje asta xwe ya herî bilind û li eyaletên New Yok, Rodaylend, Pênsîlwaniya û Kênîtêkêtê rewşa awrete hatiye ragihandin û xwendingeh hatine girêdan û qedexeya seferê hatiye ragihandin. Bahozê bajarê Newyorkê tehtîl kiriye û NY li vî bajarî jî ragihand ji ber bahozê hemî bernameyên xwe rawestandiye.
Bahoza zivistanê sîstema veguhastinê ya Amerîkayê felec kiriye û zêdetirî 3 hezar û 200 geştên esmanî li seranserê Amerîkayê hatine betalkirin û nêzîkî 3 hezar û 700 geştên esmanî mane derengiyê. Bi dû bahozê,elektrîka bi hezaran herêman li Amerîkayê qut bûye.