Sibat 22, 2026 19:52 Asia/Tehran
  • Artêşa Pakistanê êrişî rojhilata Efxanistanê kir

Artêşa Pakistanê êrişî 2 parêzgehên rojhilata Efxanistanê kir.

Balafirên cengê yên Pakistanê êrişî medreseyeke olî ya şarê Bermel li parêzgeha Pektîkayê kirin. Hevgavê êrişa ser parêzgeha Pektîkayê, balafirên cengê yên Pakistanê herwiha êrişî bajarên Xogîyanî, Behsûd û Xenîxêylê ser bi parêzgeha Nengerharê kirin. Di encama êrişên hanê da, bi dehan kes hatin kuştin an birîndarkirin.

Akif Mihacir, Berdevkê Wezareta  Karûbarên Ol û Exlaqê ya Efxanistanê jî wek berteka himber êrişên hanê li rûpela xwe ya X`ê nivîsî:  Dê mesela Quranên dirandî li dibistana Bermelê, bê guman dê bêbersiv nemînin, kesê ku nikare ewlehîya xwe dabîn bike, nabe lomeyan li kesên din bike, belku divê bizanibe ku ev meseleya dê ji wan re  giran teva bibe. 

Serepeyv