Zêdebûna xwekuştina jinan li Ingilîsê
Sibat 22, 2026 18:05 Asia/Tehran
Encama lêkolîneke nû nîşan dide ku amara fermî ya xwekuştina jinan li Ingilîsê tenê sedî 6.5ê rastîyan ray dide u beşeke zêde ya haletan nemaze ewên têkildarî şîdeta di nav malbatan de ne, di amara polîsan da cî nagirin.
Wezîra Karên Jinan a Ingilîsê, gotîye, hejmara jinên ku ji ber şîdeta di malê da xwe dikujin, ji ya jinên ku di malê da bi destê hevserê xwe tên kuştin, zêdetir bûye. Di sala 2024ê da zêde ji 3 hezar jin u keçî xwe kuştîye ku nêzî yek ji sêyê wan di encama şîdeta di malê da bûye. Rayedarên hikûmetê u polîs zêdebûna şîdeta di malbatê da piştrast kirine û çalakên civakî jî dibêjin ku ferqa hejmara xwekuştinê, qeyrana ciddî di pergala piştgirîyê da nîşan dide.