Sibat 20, 2026 15:23 Asia/Tehran
  • Qanûndanerekî amerîkî: Em bi tundî dijî giranbûna gêreyên dijî Îranê ne

Duwayt Evans endamê Demokirat ê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê got ku bi tundî dijî kiryarên Trump ên jibo tundkirina gêreyên himber Îranê ye u Trump mafê ragihandina şêrr tineye.

 Evans ku parlimanterê eyaleta Pensîlvanîyayê ye berbaga îro ji ber sîyasetên şerxwazane yên Trump dijî Îranê rexne kir u got: Ez bi tundî dijî tundkirina bitaluke ya gêreyên dijî Îranê me, Trump divê bizanibe ku Kongireyê mafê ragihandina cengê heye, ne Serokomar.

Wî herwiha got: Ez dê piştgirîyê bidim plana Ro Xana endamê meclisa Parlimanteran a jibo hilêxistina biryarnama duhizbî ya desthilata cengê u kontrolkirina Tarump li Meclisê.

Ro Xana parlimanterê Demokirat ê Kalîfornîyayê û Tomas Mesî endamê Komarxwaz ê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê bi amadekirina biryarnama desthilatên cengê û dengdana ser wê li Meclisê dil hene şerxwazîya Trump kontrol bikin.

 

Serepeyv