Sibat 15, 2026 17:45 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna têkilîya şandîyekî Trump bi sûckarê destavêtinê yê navdar ê Amerîkayê ra

Belgeyên dosîya Cêfrî Epistin sûckarê destavêtinê li Amerîkayê nîşan didin ku wî têkilîyeke berfire bi Wekîlê Taybet ê Trump di Karên Sûrîyê da hebûye.

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku zêde ji 100 peyamên ku Tam barak Wekîlê Taybet ê Trump di Karên Sûrîyê da u Cêfrî Epistin sûckarê destavêtinê ji hevra şandine, nîşan didin ku di navbera wan da têkilîyeke berdewam hebûye.

Tam Barak yek ji kesên nêzîkî Trump ji mêj va û heta bi salan piştî hikma dadgehê têkildarî Epistin di sala 2008ê da, bi wî ra di nava têkilîyê da bûye.

Ji hêla din va, belgeyên dosîya Cêfrî Epistin nîşan didin ku Hind ul Uweys dîplomata imaratî li avahîya NY jî têkilî bi vî sûckarê destavêtinê ra hebûye.

Di vê dosîyê da tê gotin ku vê dîplomata imaratî, xwûşka xwe ji Epistin ra daye nasandin.

 

Serepeyv