Çile 18, 2026 15:07 Asia/Tehran
  • Koma Berevanên Menşûra NY destwerdana derveyî di karên Îranê da şermezar kir

Welatên endamê Koma Berevanên Menşûra NY di daxûyanîyeke fermî da, gefxwarina bi bikaranîna zorê, destwerdana derveyî di karên navxweyî yên Îranê da u handana bo şîdetê u kiryarên terorîstî binpêkirina aşkira ya isûl û armancên Menşûra NY zanîn û pêgirîê ser pêwîstîya sekinandina demlidest a van kiryarên neqanûnî kirin.

Vê komê di dewama daxûyanîya xwe da hemî şikên terorîsmê û êrişên terorîstên ku ji derve pişta wan tê girtin bi tundî şermezar kirîye û derheq kuştin u birîndarkirina welatîyên sivîl ji wan aarokan u hêzên bicihînerê qanûnê û herwiha têkdana mal u milkên giştî û kesane dilnigeranbûna kûr a xwe dîyar kir. Vê komê hevgirtina tam a xwe tev gel û dewleta Komara Islamî ya Îranê dubare kir u ji civaka navdewletî, NY û Sekreterê giştî yê wê xwest ku kiryarên neberpirsane u berovajî Menşûra NY yên dijî Îranê bi awayekî zelal şermezar bike. 

 

Serepeyv