Kanûn 23, 2025 17:16 Asia/Tehran

Wezîrê Derve yê Venezuelayê nameya fermî ya Nîkolas Madûrû ji rayedarên 194 welatên cîhanê û NY re eşkere kir ku têde Amerîka bi kiryarên leşkerî û deryayî yên neqanûnî li dijî Venezuelayê hatiye tawanbarkirin.

Li gorî belgeyên Wezîrê Derve yê Venezuelayê, Amerîkayê, di operasyona bi navê Rima Başûr de, bi hinceta rawestana li ber madeyên hişber, di navbera 2`ê Îlonê û 18`ê Kanûna Pêşîn a 2025`an de 28 êrişên çekdarî  kiriye ser keştiyên sivîl ku di encamê de 104 kesên sivîl bi awayekî neqanûnî hatine kuştin. Venezuelayê ev kiryar wekî komkujiyên rêxistinkirî, binpêkirina konwansiyonên Jinêvê û wekî diziya deryayî ya nûjen bi nav dike. Di vê nameyê de her wiha amajeyî zêdebûna bêhempa ya hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê ji wan bicihkirina jêrderyayiyeke navokî li nêzî peravên Venezuelayê, ku li gorî gotina rayedarên Venezuelayê  binpêkirina rasterast a Peymana Têlatêlolko û gefek eşkere bo bikaranîna zorê ye. Madûrû her wiha Amerîka bi desteserkirin û dizîna niftkêşên hilgirê nifta Venezuelayê û dorpêçkirina deryayî tawanbar kiriye û ev kiryar li gorî biryarnama 3314 ya NY wekî destdirêjî daye zanîn . Venezuelayê hişyarî da ku dorpêçkirina enerjiya wê dikare bazara niftê ya cîhanî bê îstîqrar bike û tekez kir ku divê enerjî wekî amûrek şer an zexta siyasî neyê bikaranîn.

Di dawiyê de, Madûrû bang li civaka navneteweyî kir ku van kiryaran şermezar bikin û mekanîzmên cezakirinê yên navneteweyî li dijî sebebkarên wê bixin tevgerê û hişyarî da ku bêdengiya cîhanî dikare bibe sedema qeyraneke bi encamên pêşbînînekirî li asta cîhanî.

Serepeyv