Berteka NY li hember du karên vê dawiyê yên Amerîkayê dijî Îran û Vênêzoêlayê
Berdevkê sekreterê giştî yê NY ji bilî berevaniya ji hizûra dîplomatên îranî li New Yorkê got: Em ji welatê mazûvan; UNê dixwezin îznê bide dîplomatên li NY ku bi awayekî azad erkên xwe bi cih bînin.
Ferhan Heq, berdevkê sekreterê giştî yê UNê, li ser berteka serkreterê giştî yê vê rêxistinê li hember sînordarkirina xebata taxima dîplomatên îranî li New Yorkê û sekinandina gemiyeka nifthilgir a Vênêzoêlayê ji hêla Amerîka ve, daxwaz kir ku welat pêbendî sozên xwe yên li qanûnên navnetewî bibin û xwe ji kiryarên ku dibin sedema giranbûna kêşeyan dûr ragirin.
Ferhan Heq got: Antoniyo Gotêrêş, piştgîrî daye mafê hemû dîplomatên li NY bona cihanîna erkên xwe bêyî ti berbend û astengiyekî,û bi awayekî berdewam sozên Amerîkayê wekî welatê mazûvanê UNê di çarçêva menşûra vê rêxistinê de bi bîr xistiye.
Ferhan Heq herwiha got sekreterê giştî yê UNê dilnîgeranê zêdebûna nakokiya navbera Amerîka û Vênêzoêlayê de ye.