Venezoela: Em dê bi serfirazî bersiva gefên Amerîkayê bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357187-venezoela_em_dê_bi_serfirazî_bersiva_gefên_amerîkayê_bidin
Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê got: Em himber zextên berdewam ên Amerîkayê sekinîne û radigihînin ku dê bi serfirazî bersiva gefên Waşîngtonê bidin.
(last modified 2025-11-23T11:20:58+00:00 )
Tesrîn 23, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Venezoela: Em dê bi serfirazî bersiva gefên Amerîkayê bidin

Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê got: Em himber zextên berdewam ên Amerîkayê sekinîne û radigihînin ku dê bi serfirazî bersiva gefên Waşîngtonê bidin.

Viladimîr Padrîno Lopez, Waşîngton bi bikaranîna hêza leşkerî ji bo sepandina berjewendîyên xwe tawanbar kir u got: Emperyalîzma Amerîkayê hewil dide bi balafirên bomberêj û keştîyên cengê yên bi mûşek u keştîyên navokî yên binavî li Karayîbê gefan li me bixwe.

Em ne koleyê ti impiratorîyekê ne. Lopez herwiha ji lidarxistina meşqên leşkerî yên Amerîkayê li Tirînîdad u Tobagoyê, nêzîkî xeta perrava Venezoelayê rexne kir u got ku bi bicihkirina ti hêzeke deryayî u yan hewayî, kes nikare serxwebûna Venezoelayê têk bibe.