Mijdar 14, 2025 14:36 Asia/Tehran
  • Daxistîbûna hikûmeta Amerîkayê bi dawî bû; Geştên hewayî hîn jî tên betalkirin

Tevî bidawîbûna daxistîbûna herî demdirêj a hikûmeta Amerîkayê, betalkirina geştên asmanî li balafirgehên vî welatî hîna jî didome.

Bidû lihevkirina du partiyên sereke yê Amerîka û tevî pejirandina pêşnûmeqanûna budceyê ya hikûmeta Amerîkayê û bidawîhatina daxistîbûna demdirêj a hikûmetê li vî welatî, derengmayîn û betalkirina geştên asmanî li balafirgehên welêt berdewam dikin û dê hefteyek din jî berdewam bikin.

Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump, roja Çarşemiyê piştî 43 rojan betlaneya hikûmetê ku bû sedem bi awayekî berfireh di geştên esmanî, belavkirina xwerinê bo kesên kêmderhat û bernameyên lênêrîna zarokan de alozî çêbibin,  pêşnûmeyek ji bo vekirina hikûmetê îmze kir. Tevî viya dê demek dirêj bikişîne ku piraniya karên hikûmetê li Amerîkayê vegerin rewşa normal.

Duh, ji ber ku personelên kontrolkirina trafîka hewayî nehatin ser karê xwe, li balafirgehên seranserê Amerîkayê nêzîkî hezar firrîn hatin betalkirin.

Serepeyv