Hejmara goriyên bahoza li Fîlîpînê rabû 224 kesî
Mijdar 10, 2025 15:09 Asia/Tehran
Hejmara goriyên bahoza ser navê Kalmagiyê li Fîlîpînê rabû 224 kesî.
Medyayên Fîlîpînê ragihandin hejmara goriyên ji ber bahoza Kalmagiyê li vî welatî gihîştiye 224 kesî. Hîna ti agahiyek ji çarenivîsa 109 welatiyên fîlîpînî ku di bahozê da bêserûşûn bûne, tine. Ji bilî viya bi sedan firrînên balafiran û geştên esmanî li Fîlîpînê hatin îbtalkirin û rayedarên Fîlîpînê pêhişyarî dan ku di encama bahozê de dibe ku pêl heta sê mêtreyan rabin.