Mijdar 08, 2025 13:36 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna rêxistinên navneteweyî derbarê komkujî û qeyrana bêhempa li Faşerê da

Hevdem ligel gurrbûna şer û tundûtûjiyê li parêzgeha Darfor a Sûdanê Rêxistina Pizîşkên Bêsînor û karzanên NY derbarê karesata berfireh, qeyrana xwarinê û rewşa nalebar a mirovî li bajarê Faşerê agahî dane.

Nivîsgeha Rêxistina Pizîşkên Bêsînor li Sûdanê ragehand ku hewlên ji bo derketina mirovan ji Faşerê hîna berdewam dikin û hema duh nêzîkî 300 kes gihîştin herêma Tawîlê li bakurê Darforê. Di daxûyaniya nivîsgeha hanê de hatiye ku tîmên wê  bûne şehedê zêdebûna kêmasiya xwarinê di nav zarok û mezinan de.Karzanên NY her wiha raporên têkildarî cinayetên komî, qetlên neqanûnî û destdirêjîya giran ya rêxistinkirî li Faşerê piştrast kirin. Sûdan niha rastî qeyrana herî giran a awarebûnê li asta cîhanê hatiye.

Serepeyv