Zêdebûna serkutkirina koçberan li Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356976-zêdebûna_serkutkirina_koçberan_li_amerîkayê
Serkutkirin û şîdeta ji aliyê erkdarên Dayireya koçberiyê ya Hikûmeta Trump dijî koçberan li bajarên mezin ên Amerîkayê bi taybetî li Şîkagoyê zêde bûye.
(last modified 2025-11-07T12:17:24+00:00 )
Tesrîn 07, 2025 17:36 Asia/Tehran
  • Zêdebûna serkutkirina koçberan li Amerîkayê

Serkutkirin û şîdeta ji aliyê erkdarên Dayireya koçberiyê ya Hikûmeta Trump dijî koçberan li bajarên mezin ên Amerîkayê bi taybetî li Şîkagoyê zêde bûye.

Şîkago sêyemîn bajarê herî qelebalix ê Amerîkayê, tim dibe şehedê serkutkirina dijberên siyasetên koçberiyê yên Trump û her wiha dîmenên bi tundûtûjî yên girtina koçberan .Ji wan êrişa  efserên çekdar û bi niqab ên dayireya Koçberiyê ya hikûmeta Trump ser otomobîla jineke ciwan a koçber, kişandina wê bi tundî ji otomobîlê û girtina wê û êrişa efserên çekdar û bi niqab ser baxçeyekî zarokan li Şîkagoyê û girtina  fêrkarekê li ber çavên zarokan. Tevî van serkutkirin û tundûtûjiyên bêhempa,Trump di helwesta xwe ya her nû de ragehandiye ku efserên koçberiyê ne tenê  zêdegavî nekirine belku  hinekî xemsarî jî kirine.