Mijdar 05, 2025 18:06 Asia/Tehran
  • Şerê li Sûdanê pekîya herêmên din jî

NY ragihand ku şerê giran ê li eyaleta Kurdufan a Sûdanê pekîyaye deverên din jî.

NY ragihand ku di encama êrişa ser deverên nû yê eyaleta Kurdufan a Sûdanê da herîkêm 40 kes hatin kuştin. Di encama şerê ku vê dawîyê li Sûdanê dest pê bûye da, bi dehan hezar kes hatine kuştin u bi milyonan kes jî aware bûne. Ev şera nika pekîyaye deverên din jî u bi vê yekê dilnigeranbûna têkildarî vê karesata merivî ya li vî welatî afrîqî ji berê zêdetir bûne. Di vî halî da Antonîyo Gotereş Sekreterê Giştî yê NY xwest ku bi dû şerê dusalî yê vê dawîyê li Sûdanê demlidest agirbes were raghiandin. Gotereş gotîye ku bi sedan hezar sivîl hatine dorpêçkirin u welatî ji ber bedxworakî, nexweşî û şîdetê canê xwe ji dest didin.  

Serepeyv