YEyê pakêta nozdan a boykotên dijî Ûrsêtê pesend kir
Cotmeh 23, 2025 15:38 Asia/Tehran
Konseya YEyê îro pakêta nozdan a boykotên dijî Ûrsêtê bi merema bisînorkirina çavkanîyên darayî yên Moskowê di şerê Ukraynê da pesend kir.
Kaya Kalas Berpirsa Sîyaseta Derve ya YEyê di daxûyanîyekê da ev biryara ragihand u dîyar kir: Me pakêta nozdan a boykotan pesend kir ku beşên enerjî, bank û hin şirket u navendên lihevguhertina diravên dîcîtal li Çînê digire ber xwe. Navê 69 kes u dezgehên din di lîsteya nû ya boykotên YEyê da cî girtîye. YEyê di vê pakêtê da herwiha hin boykot ser 5 dezgehên Bilarûsê da sepand.