Îlon 30, 2025 16:32 Asia/Tehran

Komên berxwedana filistînê û navçeyî, plana Donald Trump serokkomarê Amerîkayê a ji bo Xezzeyê wekî kiryareke jibo xwe avêtina ji bin barê rizgarkirina rejîma Siyonîst ji işkesta di şerê Xezzeyê de dizanin.

Mehmûd Merdawî, ji rêberê tevgera Hamasê, bi ragehandina vê yekê ku plana Donald Trump a ji bo pêşeroja Xezzeyê nêzîkî nêrîna rejîma Siyonîst e û got: Ger çi ev plan hîna negihîştiye Hamas û komên berxwedana Filistînê lê  naveroka gotinên Trump nîşan dide ku ev plan hewldanek e ji bo veşartina çalakbûna navneteweyî ya piştgiriya Filistînê. Lewma  Hamas dê plana ku mafê diyarkirina xweseriya gelê Filistînê negre ber  xwe, qebûl neke.  Ziyad  Nexale Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, jî bal kişand  ser wê yekê ku plana Serokkomarê Amerîkayê hewldanek e ji bo rizgarkirina rejîma Siyonîst ji işkesta di şerê Xezzeyê de û got: Ev plan berdewamiya dagirkeriyê ye, ji ber vê yekê em vê plana Amerîkî-Siyonîst wekî fermanekê ji bo teqîna herêmê dizanin.

Mustafa Berxûsî, Sekreterê Giştî yê Înîsiyatîfa Neteweyî ya Filistînê,  jî bi ragehandina wê yekê ku  plana Trump daxwazên Filistîniyan û sedema sereke ya qeyranê yanê dagirkirin û apartayda Rejîma Siyonîst paşguh kiriye û got: Ev plan tijî mînên siyasî yên ku diteqin e û nayê qebûlkirin.

Mihemed  Fereh,  yek ji endamên pilebilind   ê tevgera Ensarullaha Yemenê jî plana nû ya Trump ji bo agirbesa li Xezzeyê neheqî zanî ku nayê cih anîn û tekez kir ku armanca vê planê îzolekirina Hamasê ye û  cih nayê.

 Mihemed Beradeyî, rêveberê berê yê Ajansa  Navneteweyî ya Enerjiya Atomî jî bi tundî rexne li plana Donald Trump a  rawestandina şerê Xezzeyê kir û got: Tiştê ku Trump ragihand ne planeke aştiyê ye, belku  planeke jibo  teslîmbûnê ye. 

 

Serepeyv