Ji ber astengîderxisitna welatên rojavayî NY nekarî pêşîya çalakkirina Snapbackê bigire
Konseya Emnî ya NY ku şeva buhurî civîneke dengdanê derbara pêşnivîsa biryarnama raberkirî ji hêla Ûrsêt u Çînê ve ji bo dirêjkirina biryarnama 2231ê raber kiribûn, li dar xist, endamên wê, ji ber astengîderxistina welatên rojavayî deng nedanê.
Di civîna şeva buhurî ya Konseya Emnî ya NY derbara pêşnivîsa biryarnama ku ji hêla Ûrsêt u Çînê va hatibû raberkirin da, tenê 4 welatan piştgirî dan plana Ûrsêt u Çînê ya ji bo paşdaxistina sepandina boykotên dijî Îranê, lewma nehat pesendkirin. Di vê civînê da 4 welatan dengê erê, 9 welatan dengê na dan u 2 welat jî bêalî man. Konseya Emnî ya NY ev pêşnivîsa biryarnamê di encama zexta Amerîkayê da qebûl nekir. Eva cara duyem di hefteyekê da ye ku rêya dîplomasîyê tê daxistin. Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî di vê mijarê da got: Çawan ku êrişa leşkerî têk çû, mekanîzma vegerandina boykotên NY dijî Îranê jî dê têk here. Iraqçî got ku Îran ti dema di encama zext u boykotan da bejna xwe natewîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê amajeyî vê yekê kir ku Îran bi salan endamê NPTyê bûye u wek endamekî berpirsyar serederî kirîye u ji hêla din va, li ti welatekî heta nika qasî li Îranê, lêgerîn û çavdêrî pêk nehatîye.
Iraqçî di koma nûçegîhanan da pêgirî kir: Çalakkirina mekanîzma vegerandina boykotan yê bibe sedem ku rêkevtinameya me u Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî bi cih neyê. Şayanî gotinê ye ku bi pesendnekirina pêşnivîsa biryarnama ku Ûrsêt u Çînê têkildarî Îranê raber kiribûn, boykotên ku piştî Rêkevtinameya navokî ya di sala 2015ê da, hatibûn taloqkirin, yê bên vejîyandin. Eva di halekî da ye ku Îranê çend caran ragihandîye ku pabendê hemî sozên xwe bûye û vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêkevtinameya Navokî û bêsozîya alîyên ewrûpî hokara sereke ya rewşa nika ne.