Madoro: Trump bû sedema zêdebûna yekîtiya neteweyî li Venezuelayê
Îlon 23, 2025 16:27 Asia/Tehran
Serokkomarê Venezuelayê got: Buxtanên bê bingeh ên Trump dijî Venezuelayê bûn sedem yekîtî û hevgirtina gel û hikûmeta Venezuelayê xurttir bibe.
NiKolas Madûro got: Berteka Venezuelayê li hember handanên Amerîkayê, serhemdêxwebûn, aramî û cidîbûn bû ku bû sedem stratejiya Amerîkayê yanê vegotina şaş, zêdekirina nakokiyan û çêkirina bûyerekê ji bo rewanîşandayîna destwerdanê ji nav here .
Madûro her wiha got: Kempêyna dijminatiya Waşingtonê ne tenê işkest xwar belku lihevkirinek neteweyî jî pêk anî ku sedî 90ê gel piştgirî dan serwerî û parastina aşitiyê ku ev yek nîşana meyl û hogiriya sedî 68ê xelkê Venezuelayê ji bo berevaniya welêt bi çekan di dema destdirêjîyê de ye di halekî de ku sedî 93 ê gelê Amerîkayê dijberê hikûmetê ne.