Xwenîşandana berfireh a neyarên Mekron li Parîsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356287-xwenîşandana_berfireh_a_neyarên_mekron_li_parîsê
Bi hezaran kes ji neyarên serokomarê Firansayê bi lidarxistina xwenîşandanekê li Parîsê, nerizamendiya xwe li hember siyasetên Êmanoêl Mekron nîşan dan.
(last modified 2025-09-22T11:31:05+00:00 )
Îlon 22, 2025 14:32 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfireh a neyarên Mekron li Parîsê

Bi hezaran kes ji neyarên serokomarê Firansayê bi lidarxistina xwenîşandanekê li Parîsê, nerizamendiya xwe li hember siyasetên Êmanoêl Mekron nîşan dan.

Neyarên Êmanoêl Mekron, serokomarê Firansayê dibêjin ew hîna jî kesên nêzîkî xwe didane ser postên girîng ên hikûmî û siyasetên neadilane yên aboriyê didomîne.

Neyar dibêjin siyasetên Mekron di salên dahatî de tenê dibin sedema zengîntirbûna zengînên Firansayê, hema ji ber viya xelkê Firansayê dixwezin baca zengînan zêdetir bibe û di civaka Firansayê de edalet û dad pêk were.

Rexnegirên serokomar herwiha li bara siyasetên wî yên li hember Xezzê nerazî ne û Mekron û hikûmeta wî bi durûtiya li hember cinayetên li Zîvala Xezzê re tawanbar dikin.