Madoro: Amerîka bi dû bicihkirina hikûmeta kirêgirtîyê xwe li Venezoelayê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356243-madoro_amerîka_bi_dû_bicihkirina_hikûmeta_kirêgirtîyê_xwe_li_venezoelayê_ye
Serokomarê Venezoelayê got: Dewleta Amerîkayê lê digere bi saya bicihkirina hikûmeteke kirêgirtîyê xwe çavkanîyên netewî yên Venezoelayê talan bike.
(last modified 2025-09-19T09:39:12+00:00 )
Îlon 19, 2025 12:02 Asia/Tehran
  • Madoro: Amerîka bi dû bicihkirina hikûmeta kirêgirtîyê xwe li Venezoelayê ye

Serokomarê Venezoelayê got: Dewleta Amerîkayê lê digere bi saya bicihkirina hikûmeteke kirêgirtîyê xwe çavkanîyên netewî yên Venezoelayê talan bike.

Nîkolas Madoro got: Amerîkayê planeke emperyalîstî darêştîye ta ku bi guhertina hikûmet u pergalê li Venezoelayê, hikûmeteke kirêgirtîyê xwe ava bike û mezintirîn zimhêrên nifta cîhanê, çaremîn zimhêrên gaza cîhanê û mezintirîn zimhêrên zêra talan bike. 

Wî herwiha got ku Amerîkayê ji bo vê armancê, çend papor û gemîyên binavî yê navokî li herêma Karaîbê bi cih kirine û bi awayekî nerast Venezoelayê tawanbar dike ku rêxistinnê navdewletî yên fenanî NY, YEyê, Rêxistina Cîhanî ya Gumrikê û heta Dayra Têkoşîna Himber Madeyên Hişber a Amerîakyê tawanbarkirina Venezoelayê bi qaçaxa madeyên hişber ret kirine.