Hişyarîdayîna Rêxistina Pizişkên Sînornenas derheq plana valakirina Xezzeyê
Zêde ji milyonek welatî li Xezzeyê bidû wergirtina fermana valakirina demlidesta şarê Xezzeyê, bi wehşetê ra rûbirû ne.
Rêxistina Pizişkên Sînornenas hişyarî da ku valakirina bajêr ji bo niştecîyên Xezzeyê zehmet e û ragihand ku revîna ji vî şarî ji bo gellek kesan ji wan bo pîr û kalan, nexweşên pir bêhal, jinên pêgiran û birîndaran nepêkan e û kesên ku di cî da dimînin, cezaya kuştinê bo wan tê birrîn.
Rêxistina Pizişkên Sînornenas ragihand ku tişta li Xezzeyê diqewime ne tenê karesateke merivî, belkî qirrkirineke sîstematîk a gelekî ye. Rejîma Sîyonîst çekên gelekî xurt ku ji bo meydanên şêrr hatine çêkirin, bi kar tîne û hejmara kuştî û birîndaran gellek zêde ye.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst jî ji hefteya buhurî va bi merema awarekirina niştecîyên Xezzeyê êrişî avahîyên bilind ji wan bircên niştecîbûnê dikin. Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da bombebarankirina bircan û malên xelkê şermezar kir û ragihand ku êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst ser bircên niştecîbûnê yên Xezzeyê baş nîşan dide ku ev rejîma çawan bi awarekirina hejmareke zêde ya niştecîyên bircên hanê bi dû pêkanîna plana xwe ya şûm a ji bo valakirina vê herêmê ye.
Ji hêla din va, Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê hişyarî da ku pêwsîtîyên pizişkî gellekî kêm in û ragihand ku labratuvar û bankên xwînê yên nexweşxaneyên vê herêmê bi kêmbûna giran a pêwîstîyên bo karê xwe ra rûbirû ne. Mirina ji birsîya hela jî didome û pirranîya gorîyan jî zarok in. Candayîn û mirina ku encama kêmbûna xwarek û dermîn û qeyrana merivî ya li vê herêmê ye.