Gêreya li Meclisa Sêna ya Mêkzîkê
Tebax 28, 2025 18:05 Asia/Tehran
Hevgavê xwendina sirûda neteweyî, gêreyeke giran a bi mist û qêrînan li Meclisa Sêna ya Mêkzîkê derket.
Ev gêre piştî niqaşeka giran a li ser hebûna hêzên çekdar ên biyanî li Mêkzîkê derket. Fêrnandêz Noroniya, serokê Sênayê, got: Wê roja Îniyê civîneke awarte li dar bixe û wê pêşniyar bike Alxandro Morno, serokê partiya neyar û sê parlimanterên din ji ber vê gêreyê ji Meclisê werin derxistin. Morno jî îdia kir ku destpêkê Fêrnandêz Noroniya li wî xistiye.