Berendama hilbijartina Kongireya Amerîka bêrêzî li Quranê kir
Tebax 26, 2025 20:29 Asia/Tehran
Berendameka hilbijartina bê ya Kongireya Amerîkayê ji bo ku bala hin komên rastgir ên tundrew yên vî welatî bikişîne, bêrêzî li Quranê kir.
Valêntîna Gomêz, berendama komarxwez a hilbijartina Kongireya Amerîkayê ji Têgzasê, di kiryarekê ku dibe sedema nefretê, di tora X`ê de vîdêoyek ji xwe weşand ku tê de agir berdide Quranê. Ev kesa dijî Îslamê ku piştgîriya Donald Trump, serokomarê Amerîkayê jî dike, îdia kir ku misilman li dû serdestiya li ser welatên xiristiyan in.