Civîna Alaskayê: Hellahellaya zêde lê vik u vala
Çavkaniyên nûçeyan û analîzor di halekî de ku li benda lihevkirina Rûsiye û Amerîkayê ji bo agirbesa li Ukraynê bûn ku ev civîn tevî pêşwaziya germ a Trump ji Pûtîn bê encam bi dawî hat.
Hevdîtina bihellahella ya rayedarên Amerîka û Rûsiyê li navenda eyaleta Alaskayê hat lidarxistin û her du alîyan p;gir' ser kêrhatîbûna wê kirin. Lê serokkomarê Amerîkayê nekarî hevtayê xwe yê ûris razî bike ku agirbesa li Ukraynê qebûl bike.
Rêberên Amerîka û Rûsiyê di deh salan da bo cara yekem li herêmeke nêzîkî sînorê her du welatan li Alaskayê hevdîtin û gotûbêj kirin û piştî hevdîtinê jî Trump û Putin gotin ku muzakire avaker bûn, lê di pratîkê de, ev muzakire bêyî ragihandina rêketineke taybet bi dawî hatin û Putin got ku her du alî derbarê gelek mijaran li hev dikin û Trump got ku ev civîn destpêka rêyeke di pêşerojê de ye ku ew hêvî dike di pêşerojê de bibe sedema hin lihevkirina. Rayedarên ewropî piştî bidawîbûna civîna Donald Trump bi Vladimir Putin re, derbarê bêencambûan civînê de nerazîbûn û vêzariya xwe dan diyarkirin û serokkomarê Rûsiyê wek serketîyê civînê bi nav kirin. Volfagang Îşînger dîplomatê almanî li şebekeya civakî ya Xê nivîsî: Di halekî de ku destkevta Putin ji hevdîtina bi Trump re xalîçeya sor bû, Trump ji vê hevdîtinê tiştek zêdetir bi dest nexist û çawa ku ev tirs hebû, ne agirbes û ne jî aştî bi dest xist û ji vê hevdîtinê pêşketineke rastîn bi dest nexist ji ber vê yekê encam bi eşkereyî 1-0 ser xêra Putin bû.