Tîrmeh 18, 2025 17:32 Asia/Tehran
  • Baranên demsalê li Pakistanê, 178 kes mirin, 290 kes birîndar in

Di dewama baranên demsalê li Pakistanê herî kêm 178 kes li gişt vî welatî canê xwe ji dest dane.

Di dewama baranên demsalê di 3 heftiyên derbasbûyî de, herîkêm 178 kes li gişt Pakistanê jiyana xwe ji dest dane.

Barana bênavber gelek xanî li deverên curbicur ên Pakistanê wêran kirine û bi hezaran kes ji cih û warên xwe aware bûne. Rayedarên pakistanî ragihandin ku 63 kes tenê li parêzgeha Pencabê jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan di bin kavilan de mane yan xeniqîne yan elektrîkê li wan daye.

Dayireya Neteweyî ya qeyrana Pakistanê derbarê wê yekê de ragihand ku zêdetirî 85 zarok di nava qurbaniyan de hene û ji ber rabûna lehiyê herî kêm 290 welatiyên pakistanî birîndar bûne.

Serepeyv