Êrîşa rejîma siyonîst ser Îranê projeya Îsraîla Mezin a rejîmê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355286-Êrîşa_rejîma_siyonîst_ser_Îranê_projeya_Îsraîla_mezin_a_rejîmê_bû
Teorîsyenê navdar ê ûris êrîşa Rejîma Siyonîst a ser Îranê ne wekî bûyerek demkî, belke wekî qonaxek di rêya pêkanîna projeya Îsraîla Mezin de bi nav kir.
(last modified 2025-07-10T12:32:27+00:00 )
Tîrmeh 10, 2025 13:31 Asia/Tehran
  • Êrîşa rejîma siyonîst ser Îranê projeya Îsraîla Mezin a rejîmê bû

Teorîsyenê navdar ê ûris êrîşa Rejîma Siyonîst a ser Îranê ne wekî bûyerek demkî, belke wekî qonaxek di rêya pêkanîna projeya Îsraîla Mezin de bi nav kir.

Alêxandêr Dugîn, ramanwer û teorîsiyenê jeopolîtîk ê navdar ê ûris, di axiftinekî zelal û hişyarker de, êrîşa vê dawîyê ya Îsraîlê ser Îranê ne wekî bûyerek demkî, belke wekî qonaxek di rêya pêkanîna projeya Îsraîla Mezin a Rejîma Siyonîst de wesif kir.

Li gorî wî, armanca dawî ya vê projeyê ew e ku mêhwera Berxwedanê li herêmê, bi taybetî Îranê wekî dilê Îslama Şîe, ji holê rake. Dugin diyar kir ku kiryarên dawî yên rejîma Siyonîst li herêmê - ji bombebarana Xezzeyê bigire heya êrîşa ser Sûriyê û kuştina fermandarên leşkerî - zincîreke hesabkirî bû ji bo lawazkirina bereya Berxwedanê û tekez kir ku ev tevger rêxweşkirek ji bo êrîşeke rasterast ser Îranê bûn. Ramanwerê navdar ê ûris got: Tiştê ku min şok kir bêdengî û bêtevgerbûna serokên welatên Îslamî bû.