Pêskov: Muzakire di serê karan de ye, lê operasyona leşkerî berdewam dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355196-pêskov_muzakire_di_serê_karan_de_ye_lê_operasyona_leşkerî_berdewam_dike
Berdevkê Kirêmlînê behsa ne gengaziya bidestxistina çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana Ukraynê kir û tekez kir: Rûsye dê operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet bidomîne û di heman demê de li benda destnîşankirina demekê ji bo gera sêyemîn a muzakireyên bi Ukraynê re ye.
(last modified 2025-07-04T11:41:21+00:00 )
Tîrmeh 04, 2025 10:35 Asia/Tehran
  • Pêskov: Muzakire di serê karan de ye, lê operasyona leşkerî berdewam dike

Berdevkê Kirêmlînê behsa ne gengaziya bidestxistina çareseriyeke siyasî ji bo qeyrana Ukraynê kir û tekez kir: Rûsye dê operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet bidomîne û di heman demê de li benda destnîşankirina demekê ji bo gera sêyemîn a muzakireyên bi Ukraynê re ye.

Dîmîtrî Peskov ragihand ku şert û mercên ji bo çareseriyeke siyasî û dîplomatîk a qeyrana Ukraynê hîn pêk nehatine û ji ber vê sedemê, Rûsye operasyonên xwe yên leşkerî yên taybet didomîne. Pêskov destnîşan kir: Em dixwazin di çarçoveya operasyoneke leşkerî ya taybet de bigihîjin armancên xwe û em tercîh dikin ku ev armanc bi rêbazên siyasî û dîplomatîk werin bidestxistin, lê heta niha ev ne pêkan bûye, ji ber vê yekê operasyon berdewam dike.