Rûsiyê Sekreterê Giştî yê NY bi derbasbûna ji desthilata xwe tawanbar dike
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê bertek nîşanî gotinên Sekreterê Giştî yê NY derbarê pêwîstiya sînordarkirina desthilata vetoyê da û got: Karanebûna Konseya Ewlehiyê ji ber siyaseta welatên Rojavayî ye ku naxwazin bigihîjin rêketinekê.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê Mariyaa Zaxarovayê got ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bi pêşniyara sînordarkirina mafê vetoyê ji desthilata xwe derbas bûye.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê her wiha bal kişand ser mijara reformên li Konseya Ewlehiyê li desthilata nivîsgeha NY nine û divê endamên vê saziyê biryarê li ser bidin. Û got: Aliyê Rûsyayê di vê bawerriyê de ye ku qanûn bi xwe nabe bê rexnekirin, belku siyaseta welatên Rojavayî ye ku naxwazin li dû lihevkirinê bin.
Ev Dîplomata Rûsî got ku Rûsiye desthilata vetoyê wekî mekanîzmekê taybet dibîne ku nahêle endamên Rojavayî yên Konseya Ewlehiyê ya NY bi korî biryarên ku ji bo wan sûdmend in, bi baweriya serdestiya xwe ya hejmarî ya bi şert û merc bigirin.