Li Amerîkayê babelîsk rabû; 16 kesî can da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354706-li_amerîkayê_babelîsk_rabû_16_kesî_can_da
Di encama rabûna tofan û babelîskê da li Amerîkayê heta nika 16 kesan can daye û 5 hezar avahî jî kavil bûne.
(last modified 2025-05-17T11:16:25+00:00 )
May 17, 2025 10:44 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê babelîsk rabû; 16 kesî can da

Di encama rabûna tofan û babelîskê da li Amerîkayê heta nika 16 kesan can daye û 5 hezar avahî jî kavil bûne.

Di encama rabûna tofan û babelîskê da li eyaleta Mîsûrî ya Amerîkayê heta nika 16 kesî can daye û 5 hezar avahî jî kavil bûne, herwiha ceryana bi hezaran malî qut bûye.

Derbara hejmara birîndarên vê tofan û babelîskê da hê tu raporek nehatîye weşandin û 500 hêzên hawargiheştinê operasyona lêgerîna peydakirina kesên tûşbûyî û asêbûyî di bin kavilan da dest pê kirine.

Dayra Şopandina Rewşa Hewayê ya Amerîkayê ragihand ku herîkêm 6 tofan û babelîsakn eyaletên Mîsûrî û Îlînvîyê dane ber xwe.