May 15, 2025 20:18 Asia/Tehran
  • Borel: Amerîka êdî ne hevpeymanê Ewropayê ye

Berpirsê berê yê siyaseta derve ya YEyê bal kişand ser gefên zêde yên ji ber siyasetên serdestîxwazane yên Donald Trump û diyar kir ku Amerîka êdî ne hevpeymanê Ewropayê ye û pêşniyar kir ku hevpeymaniyeke nû ya welatên hevfikir bi navê "Koma 6" bêyî beşdariya Waşîngtonê were avakirin.

Cozêf Borêl di nivîsarekê de Amerîka di rêya serdestîxwazî û gefek diî sîstema demokratîk a Ewropayê da zanîn û daxwaza serxwebûna stratejîk a Ewropayê di warên berevanî, teknolojiyê û têkiliyên navneteweyî de kir. Wî her wiha tekez kir ku divê Ewropa têkiliyên xwe bi welatên hevfikir re xurt bike, girêdayîbûna xwe ya bi Amerîkayê kêm bike û roleke cîhanî ya serbixwetir bilîze.

Serepeyv