Pevçûnên giran li Lîbiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354655-pevçûnên_giran_li_lîbiyê
Li dû giranbûna kêşeyên leşkerî di navbera hêzên li paytexta Lîbiyê, Tirablos veguherî qada pevçûnên perate û giran.
(last modified 2026-07-27T12:39:15+00:00 )
May 13, 2025 10:52 Asia/Tehran
  • Pevçûnên giran li Lîbiyê

Li dû giranbûna kêşeyên leşkerî di navbera hêzên li paytexta Lîbiyê, Tirablos veguherî qada pevçûnên perate û giran.

Li dû bicihbûna leşkeran û berfirehbûna tevgerên çekdarî li paytexta Lîbyayê, li derdora û navenda Tirablusê dengê çekan hat bihîstin. Di encama pevçûnên di Tirablosê de 6 kes birîndar bûn. Balafirgeha Navneteweyî ya Moîtîqe ya li Tirablusê jî ji ber pevçûnan xebatên xwe rawestand. Piştî van şer û pevçûnan, çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku Ebdulgenî El Kekelî, nasyar bi Genîwe, fermandarê pilebilind ê sîstima piştevanî û îstiqrarê hatiye kuştin. Di eynî demê de Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê jî nîgeraniya xwe ji ber zêdebûna rewşa ewlehiyê nîşan da û li bara bikaranîna çekên giran li herêmên qelebalix hişyarî da. Di daxuyaniya vê rêxistinê de wiha hat gotin: Divê hemû alî demildest dest ji şêr berdin û aramiyê pêk bînin.