Pevçûnên giran li Lîbiyê
Li dû giranbûna kêşeyên leşkerî di navbera hêzên li paytexta Lîbiyê, Tirablos veguherî qada pevçûnên perate û giran.
Li dû bicihbûna leşkeran û berfirehbûna tevgerên çekdarî li paytexta Lîbyayê, li derdora û navenda Tirablusê dengê çekan hat bihîstin. Di encama pevçûnên di Tirablosê de 6 kes birîndar bûn. Balafirgeha Navneteweyî ya Moîtîqe ya li Tirablusê jî ji ber pevçûnan xebatên xwe rawestand. Piştî van şer û pevçûnan, çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku Ebdulgenî El Kekelî, nasyar bi Genîwe, fermandarê pilebilind ê sîstima piştevanî û îstiqrarê hatiye kuştin. Di eynî demê de Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê jî nîgeraniya xwe ji ber zêdebûna rewşa ewlehiyê nîşan da û li bara bikaranîna çekên giran li herêmên qelebalix hişyarî da. Di daxuyaniya vê rêxistinê de wiha hat gotin: Divê hemû alî demildest dest ji şêr berdin û aramiyê pêk bînin.