Şerê giran ê Hindistan û Pakistanê ; Berteka Delhiyê Nû li hember hilweşandina sîstema S-400`ê
Şer û pevçûna di navbera artêşên Hindistan û Pakistanê di halekî de bi giranî berdewam dike ku artêşa Hindistanê li himber êrişa Îslamabadê ser sîstema S-400 û hilweşandina wê bertek nîşan da.
Hevdem li gel gurrbûna şer û pevçûnên di navbera artêşên Hindistan û Pakistanê de wezîrê ragihandinê yê Pakistanê got: Hindistanê şer destpê kiriye û Pakistan berevaniya xwe dike.
Ehsen Îqbal, Wezîrê Plandarêştina Geşepêdanê û Tedbîrên Taybet ê Pakistanê, jî ragihand: Em naxwazin soza xwe ya bikarneanîna çekên navokî binpê bikin. Em hêvî dikin ku Hindistan ber bi rêya kêmkirina nakokiyan ji rêya dîplomasiyê ve bimeşe.
Ji aliyê din ve, çavkaniyek ewlehiyê ya Pakistanî derbarê êrişa ser 10 baregehên leşkerî yên Hindistanê agahî da û bal kişand ser îmhakirina topxane, cebilxanên mûşekî û amûrên lojîstîkê yên artêşa Hindistanê.
Wezîrê derve yê Pakistanê ji hevtayê xwe yê amerîkî re gotiye ku ger Hindistan êrişên xwe berdewam bike, Îslamabad dê hîna tundtir bersiva wan bide.
Ji aliyê din ve, çavkaniyên Hindî diyar kirin: Tişta ku Pakistanê derbarê hilweşandina sîstema S-400 a Hindistanê gotiye bêbingeh e.
Çavkaniyên hindî ragihandin ku Komîserê Pêşvebirina Camû û Kişmîrê di encama êrişa Pakistanê ser mala wî li Racûrî de hatiye kuştin.