Girosî: Dîplomasîya tev Îranê ji her demî zêdetir pêwîst e
Hevgavê destpêbûna dewra duyem a muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Îtalîyayê, Ser-rvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî (IAEA) pêgirî ser girîngatîya dîplomasîyê ya di asta rola jîyanê di vê qonaxa hestyar da kir.
Rafel Girosî îro li rûpela civakî ya Xê nivîsî: Ez îro bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalîyayê ra civîyam. Ez piştgirîyê didim rola avaker û kêrhatî ya Îtalyayê di warê piştgirîya ji aştîyê da; nemaze di demekê da ku dîplomasî zêdetir ji her demî pêwîst e.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalîyayê vê sibê bi Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê îranê ra li şarê Romê civîya û piştgirî da demajoya gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê da. Antonîyo Tayanî di vê hevdîtinê da amajeyî rabohîrya dêrîn a peywendîyên Îran û Îtalîyayê kir û bi bîr xist ku Îtalîya hez dike peywendîyên her du welatan bên xurtkirin û pêgirî ser vîna vî welatî ya ji bo her cure alîkarîya bo serxistina gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê da kir.