Pergala cîhanî di halê hilweşyanê ye
Seroka Komisyona Ewropayê got ku Ewropa divê tevî xurtkirina hêza xwe ya leşkerî û aboriya xwe di avakirina pergala nû ya cîhanê de roleke wê aktîv hebe.
Ursula Fon der Leyen got: Pergala cîhanî di halê hilweşyanê ye û li şûna wê aloziya ji ber hevrikiya Amerîka û Çînê û zêdexwaziyên Pûtîn girtiye.
Fon der Leyen, bal kişand ser vê yekê ku divê Ewropa bi awayeke aktîv pergala nû ya cîhanî ava bike û nivîsî:Yekîtiya Ewropayê pêhesyaye ku divê cih û şûna xwe ya parastin, aborî û cîhanî xurt bike.
Fon Der Leyen her wiha got: Terxankirina 800 milyar euroyî ji bo hêza leşkerî çend sal berê nedihate bawer kirin. Ewropa bi şirîkên xwe yên li seranserê cîhanê re ji bo avakirina yekitiyên nû bi awayekî aktîf dixebite. Vê rayedara payebilind a Ewropî tevî amajekirina bi alozbûna peywendiyên dervey atlantîkê got: Divê em serbixwetir tevbigerin, Em jibo kêmkirina girêdayîbûna bi Waşîngton û Pikenê û avakirina zincîrên dabînkirina hevseng û curbicur dixebitin.