Nîsan 16, 2025 17:01 Asia/Tehran
  • Tekeziya Grosî ser rola Ajansê di rêketina navokî ya nû bi Îranê re

Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê berî sefera bo Têhranê, bal kişand ser rola giring ya ajansê di her cure rêketinnama navokî ya nû bi Îranê re û got: Bêyî destêwerdana Ajansê, ev rêketin bê hitbar e.

Rafaêl Grosî  got ku divê Ajans her peymaneke muhtemel piştrast bike. Sefera Grosî bo Tehranê di çarçoveya hevkariyên bi Îranê re cih tê û biryar e ew  bi rayedarên payebilind ên Îranê re jî hevdîtinê pêk bîne.  Wî her wiha  hevkariya Îran û Ajansê di rewşa niha  ji bo peydakirina çareseriyeke dîplomatîk girîng  da zanîn.

Serepeyv