Xwepêşandana girseyî dijî şer li welatên Erebî
Piştî berdewamiya êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê, xelk û xwendekar li çend welatên Erebî bi lidarxistina xwenîşandanekê, hêrsa xwe ji cinayetên Rejîma dagirker a Qudsê û demajoya asayîkirina peywendiyan bi vê rejîmê re dan diyarkirin.
Hevgavê cinayetên hovane yên siyonîstan dijî Xezze û filistîniyan, welatiyên sûrî ji bo piştgiriya Xezze û berxwedanê destdirêjiyên Rejîma Siyonîst şermezar kirin.Welatiyên Sûrî bi lidarxistina xwenîşandanan daxwaza ragihandina cîhadê li dijî siyonîstan kirin.Neraziyan her wiha destdirêjiyên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê şermezar kirin û rêz li bîranîna şehîdên Derayê ku di encama êrişên vê dawiyê yên Israîlê ser rojavaya vê parêzgehê canê xwe ji dest dan girtin.Li bajarê Heleb û Hemaya Sûriyê jî bi xwepêşandaneke mezin êrişên rejîma Îsraîlê hatin şermezar kirin.Hevgavê Sûriyê, li çendîn welatên Erebî ji wan Urdin, Meqrib û Tûnisê xwepêşandanên dijî şer hatin lidarxistin ku tekezî ser helwesta xwe ya tund li hember ci8nayetên dagîrkeran û hevdestiya hin hikûmetan bi wan re kirin. Filistînî jî bi meşa li bajarê Ramullaha Rexê Rojava çemê Urdinê piştgiriya xwe ji Xezzeyê ragihandin.Xelkê Fransayê jî bo piştgiriya Xezze û Filistînê dest bi xwenîşandanê kirin û cinayetên Rejîma Siyonîst şermezar kirin. Li bajarên curbicur ên Morîtaniyê jî meşên nerazîbûnê dijî cinayetên Rejîma Siyonîst derheq gelê Filistînê li zîvala Xezzeyê hatin lidarxistin