Berteka Kremlînê : Îran hevpeymanê Rûsiyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354091-berteka_kremlînê_Îran_hevpeymanê_rûsiyê_ye
Berdevkê Kremlînê got: Rûsiye niha di halê vejiyandina peywendiyên xwe bi Amerîkayê re ye, lê Îran jî şirîk û hevalpeymanê me ye ku têkiliyên me yên pir-alî pê re hene.
(last modified 2025-04-04T11:37:26+00:00 )
Nîsan 04, 2025 14:14 Asia/Tehran
  • Berteka Kremlînê : Îran hevpeymanê Rûsiyê ye

Berdevkê Kremlînê got: Rûsiye niha di halê vejiyandina peywendiyên xwe bi Amerîkayê re ye, lê Îran jî şirîk û hevalpeymanê me ye ku têkiliyên me yên pir-alî pê re hene.

Dîmitriy Peskov berdevkê Kremlînê tekez kir:  Divê pirsgirêka  dosiya navokî ya Îranê tenê  bi rêyên siyasî, dîplomatîk û aştiyane were çareserkirin û hemû alî li vê bareyê de divê tam ser hemdê xwe bin. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê bi şermezarkirina gefên Trump li dijî Îranê, got: Rûsiye amade ye beriya ku dereng bibe, alîkariya Amerîka û Îranê bike ku bigihin rêketineke maqûl. Wî gef û ultîmatomên serokomarê Amerîkayê  dijî Îranê, fêlbaziya Trump ji bo sepandina îradeya xwe ser Îranê da zanîn.