Sala 2024`an sala herî mirinbar ji bo koçberan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353901-sala_2024_an_sala_herî_mirinbar_ji_bo_koçberan
NY dibêje sala 2024`an sala herî mirinbar ji bo koçberan bûye û nêzî neh hezar kes li gişt cîhanê canê xwe ji dest dane.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 22, 2025 12:52 Asia/Tehran
  • Sala 2024`an sala herî mirinbar ji bo koçberan

NY dibêje sala 2024`an sala herî mirinbar ji bo koçberan bûye û nêzî neh hezar kes li gişt cîhanê canê xwe ji dest dane.

Saziya Navnetewî ya Koçberiyê ya NY nasyar bi IOM`ê ragihand, di sala 2024`an, 8938 koçber hatine kuştin û eva sala pêncan e ku têde hejmara mirina koçberan gihîştiye rêkordeka bêmînak. Ogoçî Danîlz, alîkarê serêvebirê IOM`ê got ku jordaçûna mirina koçberan li gişt cîhanê nayê qebûlkirin û pêşiya wê tê girtin.