Bertekên li hember ji nûvedestpêbûna êrişên siyonîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353853-bertekên_li_hember_ji_nûvedestpêbûna_êrişên_siyonîstan
Bi dewama êrişên berfireh ên artêşa Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê, civaka cîhanî li bara giranbûna kêşeyan dilnîgeraniya xwe diyar kir.
(last modified 2025-03-18T12:00:45+00:00 )
Adar 18, 2025 15:28 Asia/Tehran
  • Bertekên li hember ji nûvedestpêbûna êrişên siyonîstan

Bi dewama êrişên berfireh ên artêşa Rejîma Siyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê, civaka cîhanî li bara giranbûna kêşeyan dilnîgeraniya xwe diyar kir.

Yekîtiya Ereban ev êrîş bi tundî şermezar kir û daxwaza kiryara bilez ji civaka navdewletî kir ji bo rawestandina destdirêjiya vê rejîmê. Ji aliyê din ve, Rêvebirê Nivîsgeha Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Hece Lehebîb, Komîsera Rêvebiriya Qeyranê ya Yekîtiya Ewropayê, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî, Qeter, Misir û welatên din li daxûyaniyên cida li hember êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê bertek nîşan dan. Wan daxwaza rawestandina demlidest a kuştin, tundî û wêrankirina ji ber êrîşên vê rejîmê kirin û tekezî li ser bidawîkirina azarên mirovî yên gelê Filistînê kirin.