Nerazîbûna yewnaniyan bo qezaya kujer ya trenê kêşa pevçûnan
Adar 01, 2025 18:45 Asia/Tehran
Bi sedan hezar Yewnanî di duyemîn salvegera karesata trênê li vî wealtî ketin girevê û li seranserê vî welatî daketin kolanan û bi polîs re ketin pevçûnê.
Di yek ji xwenîşandanên herî mezin ên van salên derbasbûyî de li Yewnanîstanê, xebatkarên xizmetên giştî û gelek kar û şuxilên taybet dev ji kar berdan û bi gelê wî welatî re daketin kolanan, dirûşma mirovkuj avêtin û rola hikûmetê di karesatê de protesto kirin.
Girseya xwepêşanderan li Atêna paytext êrişî bendên li dora avahiya parlemanê kirin, polîsê dije şoreşê bi avêtina gaza rondikrêj û bikaranîna wesayîtan hewl dan xwepêşanderan belav bike
Pevûnên giran jî li duyemîn bajarê Yewnanistanê, Têsalonîkî qewimîn.