Adar 01, 2025 16:26 Asia/Tehran
  • Endamê Tevgera Cîhanî ya Berevaniya ji Zarokan: Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê zarokan dikuje

Rayedarekî ser bi tevgera cîhanî ya berevaniya ji zarokan, amaje bi kuştina Eymen El-Heymonî, zarokê filistînî bi guleyên rasterast a siyonîstan kir û got: Rejîma Siyonîst bi piştevaniya Amerîkayê van cinayetan dike.

Ayid Ebû Qetîş got: Tişta ku hat serê Eymen El-Heymûnî zarokê filistînî dê bê serê hemû zarokan. Kuştina El-Heymonî siyasetek jibo hemû leşkerên Îsraîlê ye.

Wî tekez kir: Îsraîl bi xweforan zarokan dikuje û binpêkirina mafên zarokên filistînî berdewam dike.  Amerîka pişt6giriyê dide  kiryarên Rejîma Îsraîlî û kuştina El-Heymûnî rastiyek e ku zarokên Rexê  Rojava pê re rû bi rû ne.

Li gorî raporeke din, Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê derbarê peydakirina  21 termên nû ji bin xirabeyan, şehîdbûna 2 filistîniyên din di 48 seitên derbasbûyî de û zêdebûna hejmara şehîdên  jînosayda  Rejîma Siyonîst bo 48 hezar û 388 kesan agahî da.

Serepeyv